Damezrandin û Dîrokçe

Bajarê Kobaniyê sala 2014`an kete ber êrîşeke dijwar a terora tundrew a Daiş`ê. Piştî berxwedaneke destaneyî a şervanên YPG/YPJ, di roja 26`ê Çileyê 2015'an de, Kobaniyê hate rizgarkirin. Armanca van êrîşan, têkbirina berxwedana gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha pûçkirina destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê bû ku wê rojê hemû pêkhateyên vî welatî ji bindestiya bi dehan salan rizgar bûn. Serkeftina Kobaniyê bû sembola berxwedaniyê û serkeftina hêzên demokratîk û gelên azadîxwaz li hemû cîhanê. Lewma 1`ê Mijdarê li hemû cîhanê bû `Roja Kobaniyê`! Piştî çend mehan ji azadkirina Kobaniyê saziyên Rêveberiya Xweser careke din dest bi vejandin û nûjenkirina bajêr kirin û dikarîbûn di demeke kurt de vê yekê pêk bînin. Yek ji serkeftinên piştî rizgarkirinê jî zindîkirina pergala xwendinê bû. Desteya Perwerdehiyê li Herêma Firatê dest bi karê avakirina dibistanên Kobaniyê kir û piştre gaveke gelekî mezin di dîroka Kobaniyê de hate avêtin. Ew jî avakirina Zanîngeha Kobaniyê bû. Merasîma vekirina Zanîngeha Kobaniyê di 10.12.2017'an de bû û xwendekaran dest bi sala yekem a xwendinê di vê zanîngehê de kirin. Zanîngeh di destpêkê de ji 2 fakulteyan; Wêje û Zanistên Xwezayî pêk hat. Piştî damezrandinê sal bi sal hejmara fakulte, peymangeh û xwendekaran zêde bû. Her wiha sala 2021 jî enstîtûyên xwendina bilind hatin destpêkirin ku yekemîn bername jî vekirina bernameya mastera Ziman û Wêjeya Kurdî bû. Di rewşa niha de xwendekar, mamoste û karmendên zanîngehê ji bo ku ji nirxên Şoreşa Rojava û civaka ku berdêl dayî re bibin bersiv, keda xwe ya akademîk berdewam dikin. 

Herêma Firatê:

Ev herêm dikeve rojhilatê Çemê Firatê  li Bakur û Rohilatê Sûriyê û sînorê wê digihêjin sînorên Herêma Cizîrê û ji ji gelek bajar, bajarok, navçe û gundan pêk tê.

Di destpêkê de weke dabeşkirina îdarî ev herêm du kantonan di nav xwe de dihewîne: Kantona Kobaniyê û kantona Girê Spî:

Kantona Kobaniyê: Kantona Kobaniyê ji du herêman pêk tê: Kobanî û Sirîn.

Navçeya Kobaniyê ji sê navçeyên Kobanî, Şêran û Qenaya pêk tê.

Navçeya Sirînê ji du navçeyan Sirîn û Çelebiyê pêk tê.

Kantona Girê Spî :Navçeya Girê Spî, Eyn Îsa û Suluk. ji bajarokên El-Cirn û Girê Spî pêk tê û navçeya Eyn Îsa jî ji bajarokên Eyn Îsa, El-Hîşe, Ebû Xerazah û Elî Begliyê pêk tê.

Bajarê Kobaniyê:

Bajarê Kobaniyê piştî Qamişlo û Efrînê yek ji bajarên sereke li Rojavayê Kurdistanê ye. Kobanî derdorê 30 km li rojhilatê Çemê Firatê dikeve, Kobanî ji hejmareke mezin ji gundan pêk tê nêzî 360 gundî di nav xwe de dihewîne. Şêniyên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî kurd in. Êlên Kobaniyê yên mezin eşîrên Berazî û Kêtikan in.

Berxwedaniya Kobaniyê ya li dijî rêxistinên tundrew: Dinavbera salên 2014-2015`an de berxwedana Kobaniyê ya li hemberî terora Daiş`ê wekî berxwedana herî mezin di sedsala 21’emîn de tê naskirin. Şerê ku di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kir, di 26`ê Çileya 2015`an de bi serkeftineke dîrokî bi dawî bû. Şervanên vê berxwedana dîrokî bi hezaran bûyer, bîranîn û kêlî di bîra wan de mane ku dê ji nifşekî derbasî nifşekî din bibin.

Berxwedana Kobaniyê bi pêşengîtiya şervan û fermandarên YPG'ê û YPJ`ê di asta kurdistanî û navdewletî de dengekî mezin da, heta gihîşt ku 1'ê Mijdarê weke Roja Kobaniyê ya Cîhanî were naskirin